• Monday, 16 February 2026
logo

Demîrtaş: Hêj Ocalan ji dayîk nebibû jî…

Gulan Media January 4, 2015 Nûçe
Demîrtaş: Hêj Ocalan ji dayîk nebibû jî…
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, yên ku dibêjin “ji ber PKKê” Bakurê Kurdistanê paşde maye, rexne kir û wiha got: “Jixwe beriya ku birêz Ocalan ji dayîk jî bibe ev deverana hejar bûn, bêkar û perîşan bûn”.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, îro li bajarê Wanê tevlî kongreya partiya xwe bû.

Demîrtaş diyar kir ku ne tenê herêma kurdan lê çav û hêviya hemû herêman din ên Tirkiyeyê li HDPê ye û wiha got: “Em tenê partiya sunniyan yan jî elewiyan nînin, em partiya hemûyan in.”

Selahedîn Demîrtaş anî ziman ku Bakurê Kurdistanê xwediyê çavkaniyên herî dewlemend ên cîhanê ye lê ev çavkanî nayên parvekirin û wiha axivî:

“Jarî, belengazî û bêkarî êdî bûye şêwaza jiyana vir. Hinek dibêjin ku ji ber ku PKKê li şer da destpêkirin ev der paşde ma. Lê li gorî amarên sala 1927an jî ev der her wiha bû li gorî amarên niha jî wisa ye. Beriya ku birêz Ocalan ji dayîk bibe jî ev deverana hejar bûn, bêkar û perîşan bûn.”

Rudaw
Top