• Monday, 16 February 2026
logo

Fermandarekî Artêşa Iraqê: Malikî sedema şikestina me bû

Gulan Media January 4, 2015 Nûçe
Fermandarekî Artêşa Iraqê: Malikî sedema şikestina me bû
Fermandarê operasyonên Artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedînê Ferîq Ebdulwehab Saidî ragihand ku, Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî sedema şikestina artêşê bû li ser destê rêxistina DAIŞê.

Ferîq Ebdulwehab Saidî di daxuyaniyekê de ragihand: “Pêwîstiya Artêşa Iraqê bi çek û kelupelên leşkerî û hêzên amadekirî bo şer heye. Hikûmet û artêş me tijî gendelî ne.”

Herwiha wî fermandarî metirsiya xwe li hember lawazbûna artêşê û zêdebûna metirsî û hêza DAIŞê veneşart ku bikaribin destê xwe deynin ser bajarokê Selahedîn yê parêzgeha Selahedîn.

Fermandarê operasyonên Artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedînê wiha got: “Niha artêş pişta xwe bi çekdarên milîsên şîe girê dide, lê ew çekdar hurmetê ji qanûnê nagrin û malên xelkê li navçeyên bin destê hikûmetê li Tikrît talan dikin û efserên artêşê jî ji operasyona rizgarkirina Bêcî titirsînin.”

Derbarê şikestina Artêşa Iraqê li hember çekdarên DAIŞê, Ferîq Ebdulwehab Saidî ragihand: “Berpirsyaretiya exlaqî ya şikestina artêşê dikeve ser milê Malikî.”

Rudaw
Top