• Monday, 16 February 2026
logo

Zanyariyên dawî li ser rewşa Şingalê

Gulan Media January 4, 2015 Nûçe
Zanyariyên dawî li ser rewşa Şingalê

Fermandarekî Pêşmerge red dike ku, rêxistina DAIŞ`ê ti hêzeke bo navçeya Şingalê şandibe û rûbirûbûnek ligel Pêşmergeyan qewimî be.

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê general Aştî Koçer ji BasNewsê re got:“ Îro Yekşemê 04.01.2015`an ti rûbirûbûnek di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên DAIŞ`ê de li navçeya Şingalê neqewimiye û Hêzên Pêşmerge jî li sê taxên bajarê Şingalê cîgîrin.

Aştî Koçer ew gotegot jî retkiriye ku, hatiye gotin îro Yekşem rêxisitna DAIŞ`ê hêzek şandiye navçeya Şingalê û bi niyaze ji sê aliyan ve êrîşî ser pêşmergeyan bike û got:“ Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê dene û li benda biryara berpirsane ji bo ku bi temamî bajarê Şingalê rizgarbikin“.

Roja 20-12-2014`an Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya rasterast ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarî, êrîşeke berfireh destpêkirin û di demeke kurt de karîbûn navçeyên Zumar, Sinûn û Ewênat û bi dirêjahiya sînorê ligel Rojavayê Kurdistanê û heta Çiyayê Şingalê ji çekdarên DAIŞ`ê paqijbikin û di gotarekê de li ser Çiyayê Şingalê Mesûd Barzanî pîrozbahiya serkeftinê li xelkê Şingal û derdorê kir û ragihand ku“ Di nêzîk de ewê tevahiya axa Kurdistanê ji çekdarên DAIŞ`ê paqij bikin”.

Basnews
Top