Nêçîrvan Barzanî beşdarî di merasimên roja jidayîkbûna Pêxember de dike
Merasim li Mizgefta Hacî Salh Debax li bajarê Hewlêrê hatibû saz kirin û piştî merasimê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê daxuyaniyek da saziyên mediyayê û roja jidayîkbûna pêxember Mihemed (silavên Xwedayê mezin li ser bin) li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir û hêvî xwest ku, ev minasibete û sala nû ji bo xelkê Kurdistan, Îraq û deverê û timama mirovatiyê saleke xweşî, kameranî, serkeftin û mokimkirina pêkvejiyan, wekhevî û vegerandina aşitiyê, aramiyê û îstîqrarê be.
