Şingal- Hejmara kuştiyên DAIŞê yên şevê din
Şanda Rûdawê ya li ser Çiyayê Şingalê ragihand ku şeva borî piştî saet 00:00yê, balafirên hevpeymaniyê êrîşî çeperên DAIŞê li nav Şingalê kirin.
Berî wê jî, balafiran saet 20:00ê çeperên DAIŞê li nav Şingalê bombebaran kiribûn ku bi gotina fermandarên Pêşmerge, di encama bombebaranê de 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.
Derbarê pêşdeçûna Hêzên Pêşemerge de, şanda Rûdawê diyar kir ku Pêşmerge li çeperên xwe li rojava û rojhilatê Şingalê de mane û ti pêşdeçûnek nekirine.
Şandeyê Rûdawê bal kişand ser rewşa koçberên li Çiyayê Şingalê û got, rewşa koçberên li ser çiyê niha ji berê baştir bûye.
Rudaw
