Par li Iraqê herî kêm 15 hezar kes hatine kuştin
Hikûmeta Iraqê ragihand, piştî bûyera teqandina her du ziyaretgehên şîe li bajarê Samerayê di sala 2007an de, sala 2014an sala herî bixwîn a Iraqê bû.
Li gorî amarên wezaretên Tenduristî, Navxwe û Parastinê yên Iraqê, sala borî 15 hezar û 538 kes li Iraqê hatine kuştin, lê sala 2013an tenê 6 hezar û 522 kes hatibûn kuştin.
Lê sala 2007an, 17 hezar û 956 kes li Iraqê hatin kuştin.
Piştî ku bajarên Enbar, Romadî, Fellûce û Mûsil ji aliyê DAIŞê ve hatin girtin, rêjeya kuştinê li Iraqê pir zêde bû.
Piştî Sûriyê, Iraq welatê herî bixwîn ê cîhanê bû. li Sûriyê sala borî, li gorî amarên saziyên navdewletî yên mafên mirov, 39 hezar kes hatin kuştin.
Rudaw
