Civata wezîran roja jidayêkbûna hezretê Mihemed pêxemer pîroz dike.
- Em roja jidayîkbûna hezretê Mihemed pêxemberê Îsalmê (silavên xwedayî mezin lê bin) bi germî li tevaya misilmanên Kurdistan, Îraq û sertaserî cîhanê pîroz dikin, ji Xwedayê mezin û perwerdgar hêvîdarîn vê minasibeta pîroz bike destpêka qonaxeke nû ji bo çespandina aşitî, îstîqrar û berdewambûna pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên gelê me û timam mirovatiyê de.
Gelê Kurdistanê çanaziyê dike ku, her ji kevin de xwe ji şidet û regezperistiyê dûr kiriye û hertim ji bona çespandina prensîpên aşitî, pêkvejiyan û lêbihurîna navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên li herêma Kurdistanê xebitiye.
Em hêvîdar in ev minasibete aşitî, wekhevî û mokimkirina bingehên pêkvejiyanê bo Kurdistan, dever û cîhanê bi xwe re bîne.
Careke din cejina jidayîkbûna Pêxember (silavên Xwedayê mezin lê bin) li hemû misilmanan pîroz be.
Civata wezîrên herêma Kurdistan
02.01.2015
