• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê bi dehan kes revand

Gulan Media January 3, 2015 Nûçe
DAIŞê bi dehan kes revand
Çekdarên DAIŞê bi dehan kes ji xelkê 2 gundên nêzîkî Kerkûkê bi tometa şewitandina ala rêxistina wan, revandin.

Efserekî îstîxbarata Iraqê derbarê bûyerê de ragihand ku çekdarên DAIŞê şeva borî 170 ciwan û zilamên herdu gundên Elşecer û Xerîb li nêzîk qeza Hewîce ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, revandin.

Heman efserî got, ew kesên ku bi tometa şewitandina ala DAIŞê hatine revandin, bi 30 otomobîlan ji bo navenda Hewîce hat veguhestin.

Rudaw
Top