Sedir: Amerîka alîkariya komên çekdar dike
Muqteda Sedir di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Ti carî baweriya min bi wê yekê nehatiye ku Amerîka ji bo rizgarkirina Iraqê yan bo rizgarkirina ti miletî hatibe welatê me.”
Wî lêderê şîe yê iraqî wiha got: “Amerîka alîkariya terorê û wan komên çekdar dike, ku serê xelkê jê dikin. Di serî de bi avêtina alîkariyan ji wan re û bombebarana ser hêzên bergiriyê dest pê kir, îro jî alîkariya wan dike.”
Sedir wiha domand: “Di ti operasyonekê de wan komên çekdar ziyan nedîtine.”
Rudaw
