• Monday, 16 February 2026
logo

Bush, sersala nû li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pîroz kir

Gulan Media January 2, 2015 Nûçe
Bush, sersala nû li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pîroz kir
Serokê ber êyê Amerîkayê, George W. Bush, di peyameke taybet de sersala nû li Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî kir û ji gelê Kurd re hêviya bexteweriyê û aramiyê xwest.

Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush, peyameke taybet ji Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Ezîz Şêx Reza re şand û sersala nû li wî û Dezgehê pîroz kir.

George W. Bush pesnê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da ku berdewam xizmeta penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê û derveyîn Herêma Kurdistanê kiriye û ragihand ku ew ji nêzîkî de agahdarî kar û çalakiyên Dezgehê ne ku xizmeta penaberên dike.

Bush, her wiha hêviya bexteweriyê û saleke xweş ji bo gelê Kurd xwest.

Rudaw
Top