Çekdarên DAIŞê 5 Kurd ên Şebek gulebaran kirin
Çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) hejmareke zêde ji welatiyên Mûsilê girtine û rojane çend kesan gulebaran dike, îro, Pêncşemê, jî çekdaran 5 welatiyên Kurd ên Şebek gulebaran kirin.
Berpirsê ragihandina liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memozînî di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku “Îro, 01.01.2015, çekdarên DAIŞê li bajarokê Nemrûdê, li rojhilatê Mûsilê, 5 welatiyên Kurd ên Şebek gulebaran kirin.”
Memozînî da zanîn ku, ji ber ku ew Kurd ên Şebek ji mezheba Şîe ne û bi mercên DAIŞê razî nebûbûn, ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatin gulebaran kirin.
Ji roja 10ê Hezîrana sala 2014an ve, Mûsil di dest çekdarên rêxitsina DAIŞê de ye, berpirsên iraqî jî radighînin ku wan plana azadkirina Mûsilê amade kiriye, lê heta niha ew pelan neketiye rojevê.
Basnews
