• Monday, 16 February 2026
logo

Demokrasî, dewlet û ewlekarî

Gulan Media January 1, 2015 Nûçe
Demokrasî, dewlet û ewlekarî
Çavkaniya aramî û bexteweriya civakan ewlehî ye. Eger di civakekê de ewlehî tunebe û asayiş berqerar nebe, dê alozî û tevlihevî zal be. Emniyeta can, mal, namûs û kerameta însaniyetê namîne. Mekanîzmaya ku em jê re dibêjin ‘dad û dewlet’ jî ji bo vê yekê heye. Dewlet, yanî qewet û hêza edaletê. Bingeha hiqûq û aramiyê dewleteke demokratik e. Lewra eger qewet û hêz tunebe, hiqûq bi cih nabe û aramî nayê holê. Ji bo hiqûq serdest be û herkes jiyana xwe ya asayî bidomîne, lazim e mekanîzmaya dewletê hebe.

Bingeha dewletbûnê ewlekarî ye

Felsefeya dewletê û çawaniya wê, ji serdemên antîk bigire hetanî çaxê navîn û esra modern jî her û her babeta nîqaşê ye. Li Çînê piştî sedsala 5’an mutefekkirên wek Konfiçyus, Mensiyûs û Mozî qewêtiya yekbûna di dewletê de û îstiqrarê kirine. Van fîlozofan fikra dewletbûnê parastiye. Bi taybetî Konfiçyus gelekî ehemmiyetê dide hiyerarşiyê û li dijî wê yekê ye ku kevneşopî xera bibin. Herwiha parastina wî fikrî dike ku kesên herî jîr di dewletê de bibine rêvebir. Berhema Platon ya bi navê Dewlet jî, li Yûnan a Kevn behsa dewletê upotîp ya bajarî dike.

Di vê berhemê de mamosteyê Platon, Sokrates bi fîlozofên dema xwe re li ser çawaniya dam û dezgeh û rêvebirên dewletê jîmnastîka fikrî dike. Her carê jî yê li hemberî xwe têk dibe. Lewra ew li pey dewleteke îdeal a utopîk e. Belkî jî edaleta îlahî! Di vê nuqtê de em dikarin Îmamê Elî jî bişibihînin Sokrates ku heqîqetperest e. Eger em îstilahên Îslamî bêjin ewî edaleta mehza fedayî edaleta îzafiye nekiriye. Yanî heq û hiqûqê ferdekî ji bo selameta girseyê feda nekiriye. Edaleta tam û mukemmel jî ev e. Sokrates jî di guftûgoyên xwe yên dûr û dirêj de behsa dewleteke îdeal kiriye…

Ewlekarî ji bo jiyanê pêwist e

Mekanîzma rêvebirina coxrafyayekê, welatekî, deverekê û hetta gundekî ji destpêka mirovahiyê ve heye. Împeratorî, qraliyet, siltanî, padîşahî, xelîfetî, mîrtî, begtî, axatî û bi şeklê herî dawîn jî dewletî… Piştî tecrubekirina gelek rêbaz û awayan, herî dawîn forma nûjen a ku di encamê şoreşa fransî de derkete holê, li dinyayê belav bû: Dewlet, li gel wê jî netew-dewlet.

Her netewek, lazim e xwedî statuyeke xwe birêvebirinê be. Bi halê herî mutewazî be jî navê vê dewlet e. Lewra tê dîtin ku deverên wekî Vatîkanê nifûsa wê nagihîje hezarî jî xwedî statuya dewletbûnê ye. Helbet fikra dewletê li ser ewlehî û aramiyê ava bûye. Lê ev sîstem ne tenê ji bo vê yekê heye. Ev herwiha ji bo tayînkirina îradeya milletan û parastina xweseriya wan jî pêwist e.

Kurdistan ber bi dewletbûnê

Kurdistan, bi gavên mezin ber bi serxwebûnê ve yanî dewletbûnê ve diçe. Di rojeva îro de yek ji mijarên serekî li Rojhilata Navîn dewletbûna Kurdistanê ye. Helbet ji ber ku bûyerên li vê herêmê diqewimin, dewletên zilhêz jî elaqedar dike, di rojeva hemû dinyayê de ye. Hesab û kîtabatên dewletên mezin li ser bûn an jî nebûna serweriya Kurdistanê ye.

Helbet dema ku dewletbûyin bibe dabaşa mijarê bala her kesî diçe ser dam û dezgehên Kurdistanê. Hîmên binehîn ên wekî ewlehî, perwerdehî, aborî, leşkerî û çekdarî divê di sîstemên wisa de hebin. Li gel van îstîxbarat û tecrubeya siyaseta rêvebirinê.

Li Kurdistanê tecrubeye baş a siyasî heye. Lewra kurd sed salan e di nav vî karî de ne û hetanî fêrî vî pîşeyê bûne qelenên bêjimar dane. Aborî, dewlemendiyên Kurdistan ên binerdê têra temînkirina jiyana hemwelatiyan û dabînkirina pêwistiyên ewlehiyê heye. Ji hêla leşkerî û çekdarî ve jî, piştî tecrubeya DAIŞ’ê, Kurdistanê pêvgaveke mezin avêt. Ew wextên teng û nexweş li pey xwe hişt. Ji hêla perwerdehiyê ve jî, jixwe ji tarîxeke kevin ve li vê coxrafyayê dersên Kurdî hebûn û materyalên niha jî ji bo destpêkê îhtiyacekê diqedînin.

Kurd, dewletbûn û ewlekarî

Dema ku peyva dewletbûn û Kurdistanê bêne cem hev, yekser asayiş û parastin tê bîra her kesî. Lewra di damezrandina dewleteke ku derdor tijî dijmin in de tişta esasî parastina jiyan û malê xelkê ye. Eger mekanîzma ya ku tê damezrandin, ewlehî û aramiyê li welat peyde neke, ew nabe dewlet. dewlet be jî dê birûxe, hilweşe.

Tecrubeya DAIŞ’ê, nîşanî me da ku bi taybetî li Rojhilata Navîn, asayiş şertê yekemîn ê dewletê ye. Sokrates, Platon, Konfiçyus, Marks, Hegel, Farabî û teorîsyenên wek wan her yekî dewleta zêhnê xwe ava kiriye. Eger DAIŞ, dîtibana dê gotibana ewlehî û bes… Barzanî, di vê çarçoveyê de fîlozofê serdema xwe û pratîsyenekî serkeftî yê Rojhilata Navîn e. Lewra, li erdîmeke ku şer, pevçûn, kuştin, xwîn, talan, dagir, destdirêjî û her cure dijmirovahî lê diqewimin, sahileke selametê ava kiriye. Kariye di nav cehennemê de hênikahiyeke bêhnberdanê ava bike. Serok, wezîr û rêvebirên welatan dema diçine Kurdistanê, xwe nagirin û sipasiya Barzanî dikin ku derfetekî wiha ji bo hemwelatiyan peyde kiriye.

Guman tuneye ku yek ji çavkanî û faktora aramiya Kurdistanê, xweşguzeranî û bihevrejiyanê Ajansa Encumena Asayîşa Kurdistanê ye. Li Başûrê Iraqê rojanê 10-20 bombe diteqin û bi sedan hemwelatî dibin qurbanî. Lê li Kurdistanê, heta ku hêza terorîst teqînekê li devereke Kurdistanê çêdike, bêjimar ziyanan dide û piştre jî ji hêla Encumena Asayişê ve têne deşîfrekirin. Herwiha di teqînên wan de wendahiyên kurdan hebin jî, xesarên mezin nayên holê.

Ewlekariya demokrasi ya Kurdistanê

Encumena Asayişê ji Erişa Mûsilê haydar bû. Em vê yekê ji gotinên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û daxuyaniya Musteşarê Encumena Asayişê Mesrûr Barzanî dizanin. Mesûd Barzanî dibêje: “Berî girtina Mûsilê bi salekê, min bi rêya sefîrê Emerîka, Emmar el-Hekîm û Dr. Roj Nûri Şawez xeber ji Malîkî re şand. Piştre jî min bi xwe telefonî wî kir. Min jê re got, li derdora Mûsilê, hin tevgerên xeternak dibin. Rêxistina terorê dixwaze ku xwe li vê derê biqewet bike û erişî Mûsilê, Enbarê û Selaheddîn bike. Lê ewî guh neda min û got ‘Tu li Kurdistanê miqate be.’ Piştre ev bûyer rûda.” Mesrûr Barzanî jî berî êrişa ser Kurdistanê bi hefteyekê di daxuyaniya xwe ya Washington Post’ê de ku 24’ê Tîrmehê hatibû weşandin (Şengal di 3’ê Tebaxê de kete destê DAIŞ’ê) wiha gotibû: “DAIŞ, amadehiyeke mezin dike ku êrişî Pêşmerge bike. Ev ji bo Herêma Kurdistanê êrişeke pir mezin e. Wê Pêşmerge şer bike. Lê bi baweriya min ev ne tenê şerê Pêşmerge ye. Ji ber wê yekê lazim e alîkariya me bê kirin.”

Mesûr Barzanî, agahiya ku wê DAIŞ, êrişî Şengal, Mexmûr û deverên din ên Kurdistanê bike bidest xistibû û ev ji Washington Post’ê re diyar kiribû. Li ser vê agahiyê kurdan gelekî hewl da ku tedbîr bigirin. Ji bo vê di sînorekî dûr û dirêj de xendex kolan, têl danîn û serî li gelek rêyên din dan. Lê dîsa jî Emrîkayê ev ciddî negirt û hinek fermandarên Pêşmergeyên herema Mexmûr û Şengalê jî tedbîrên xwe baş negirtin. Di encamê de karesata heyî rûda.

Ewlekariya Kurdistanê mînakeke serkeftî ye

Bi kirtahî mirov dikare bêje ku li Kurdistanê mînakeke serkeftî di warê parastin, saloxdarî û ewlekariyê de heye. Rawêjkarê Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ev erk ji bavê xwe Mesûd Barzanî wergirtiye. Mesûd Barzanî jî di dema Mela Mistefa de berpirsê asayiş û dezgeha saloxdariyê bû. Lewma tecrube û pisporeke baş di vî warî de li Kurdistanê hatiye ser hev.

Encumena Asayişê, li hemberî qaçaxçiyên maddeyên hişbir û çekan, hem jî li hember kiryarên terorîstî, xwedî bawernameyeke zexm e. Wek tê zanîn piştî bihara erebî, Rojhilata Navîn gelekî li nav hev ket û ji her dîn û rengî bi mîlyonan kurd, ereb, asûrî hwd. mirov cih û warên xwe terk kirin an jî guherandin. Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji sedhezaran re vekir û bi germahî ew pêşwazî kirin. Ji hêla însanî ve ev yek tiştek rast bû lê ji hêla ewlehîyê ve gelek xeter bi xwe re anîn. Di gel wê tevlîheviyê jî Encumena Asayişê pêşiya gelek metirsiyan girt.

Dewletên ku bi sedsalane li hember terorîzmê aciz in û di aramiya welatên xwe de kêmahiyan dikin, li hemberî pêşketina Encumena Asayişa Kurdistanê şaş dimînin. Yek ji sebebê ku bi mîlyonan penaber û hemwelatî li Kurdistanê bi aramî dijîn, pêşbînî û serkeftina asayişê ye. (BasNûçe) / (r.s)
Top