‘Li Cizîrê saloxgerên 4 dewletan’
Çalakiyên 6-7ê Cotmeha sala 2014an ên ji bo piştevaniya Kobanî ji cih de veguherin wek pevçûnên di navbera PKK û Huda-Parê de rû dan. Wan pevçûnan bûyerên xwînî yên salên 1990an bi bîr anîn.
Hefteya borî li navçeya Cizîrê ya girêdayê parêzgeha Şirnexê dîsa herdu alî hatin beramberê hev û di encama pevçûna de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.
Di nav şanda ku ji aliyê saziyên civakî yên sivîl ve ji bo navberiyê pêkhatî de M. Dara Akar jî cih girtibû.
Akar ji Rûdawê re ragihand ku bûyerên li Cizîrê derketin elqeya wan pevçûnên sala nod ve nîne û got demeke dirêje di navbera herdu aliyan de nexweşî derneketin.
Ji bo herdu aliyan pêşniyar
Akar diyar kir ku aliyê PKK aliyê Huda-Par û Hizbullahê bi piştevaniya DAIŞê sûcdar dike û wiha got:
“Aliyê PKK dibêje ku Huda-Parê û komên derdorê wê piştevaniya DAIŞê dike. Hizbullah vê yekê red dike. Em dibînin ku hin endamên Huda-Parê ne li ser navê partiyê wekî şexsî DAIŞê wekî rêxistinek bêsûcdar didin xuyandin. Divê Huda-Par hişyariyê bide wan endamên xwe yên ku daxuyaniyên wisa didin. Kurd li hemberî DAIŞê gellek hestiyarin û yekgirtîne. Lê êrişên li ser Huda-Parê jî nayên qebul kirin.”
Şerê PKK û Hizbullahê
Akar bal kêşand ser weşanên nêzîkî Huda-Parê derbarê PKK de gotinên heqaret bi kar tîne û wiha domand:
“Zimanê Hizbullah yan jî Huda-Parê zimaneke yê şerî ye. Divê dest ji wî zimanî berde. Divê PKK jî dest ji dawaza li herêmê bi tenê ew xwedî hêz be, berde û divê rêya siyastê ji hemû kesan re bê vekirin. Divê him PKK him jî Hizbullah zimanê şerî bı terikîne.
Akar anî ziman ku ev şer ne şerê DBP û Huda-Parê ye, ev şerê PKK û Hizbulla ye û got divê di demek kin de herdu alî bên ba hev û pevçûnan bidin rawestandin.
Akar di derbarê DBP û Huda-Parê de jî wiha got: “Bila ti kes astengiyan ji bo siyaset meşandinê dernexin û bila meha Hezîranê li sern sindoqên hilbijartinê hesabî ji hev du bipirsin.”
Rexistinên Saloxgerî
Akar pevçûnên li Cizîrê bûyin sedema 3 miriyan dirûvand “Bûyeren Gezîyê” û got li hindir rêxistinên wek JITEM, Ergenekon ji derve jî saloxgerên Rûsya, Almanya, Îran û Suriyê pevçûn kişkişandin.
Neviyê Şêx Seîd bal kêşan ser him pêkhatiyên li hunder him jî saloxgeriyên Rusya, Almaya, Îran û Sûriyê dixwazin pêvajoya şareseriyê bi dawî bikin. Akar got ku ew li bendeye ku DBP û Huda-Par dest ji wan pevçûnan berdin û piştevaniya pêvajoya çareseriyê bikin.
Sariyên Şêx Seîd
Akar koma “Sariyên Şê Seîd” a li ser medyaya civakî sondên tola li dijî DBP û PKK dixwin, rexne kir û wiha pê de çû:
“Daxwaza bapîrê me Şêx Seîd a herî mezîn yekîtiya kurdan bû. Ji beriya daleqandina xwe jî şîreta yekîtiyê kir. Nexwest li hemberî eşîretên li wî xayîn derketin jî, tevgeren dijminî bên kirin. Ez wek neviyê wî hêvî dikim ji bo hûn êrişa li hevdu bikin navê Şêx Seîd bi kar neynin.”
Rudaw
