• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge li Şingalê pêşde diçin

Gulan Media January 1, 2015 Nûçe
Pêşmerge li Şingalê pêşde diçin

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bêhtir ber bi nav qeza Şingalê ve pêşdikevin, niha nexweşxaneya giştî ya Şingalê kontrol kirine, di operasyona azadkirina wê navçeyê de jî herî kêm 400 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Fermadarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê, Aştî Koçer taybet ji BasNewsê re ragihand ku, îro, 31ê Kanûnê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn nexweşxaneya giştî ya Şingalê ji dest çekdarên Kurdistanê derbixin.

Aştî Koçer diyar kir ku, Hêzên Pêşmerge bi alîkariya firokeyên hevpeymanan, berdewam pêgehên çekdarên DAIŞê li Şingal, Beac û Tilefer topbaran û bobebaram dikin.

Wê feramndarê Pêşmerge da zanîn ku, di proseya azadkirina Şingalê de, ku ji 17ê Kanûnê ve destpêkiriye, herî kêm 400 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, hejmarek ji termên çekdaran jî di dest Pêşmergeyan de ne.

basnews
Top