• Monday, 16 February 2026
logo

Merkel kurdikî wek nimûne dide nîşandan

Gulan Media January 1, 2015 Nûçe
Merkel kurdikî wek nimûne dide nîşandan
Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel di peyama xwe ya sersala nû de behsa ezmûna kurdekî Başûrê Kurdistanê dike û wek serbilindiyekê ji bo Almanya hejmare dike.

Merkel di peyama xwe de bal kişande ser mijarên ku cîhane di sala 2014 de bi xwe ve mijûl kirine wek krîza Ukrayna, Ebola û şerê li dijî DAIŞê.

Derbarê şerê li dijî DAIŞê de Merkel dibêje di sala 2014 de rêxistina DAIŞê li dijî hemû mirovehiyê derket holê û pêwîste cîhana azad li dijî wê rêxistinê hewl bide.

Serokwezîra Almanya di mijara alîkariyên mirovahî û pirsa penaberan de, behsa serpêhatiya kurdekî Başûrê Kurdistanê dike û wek nimûne ji bo siyaseta serkeftî ya welatê xwe li hember Almanya dide zanîn.

Merkel dibêje, kesekî behsa kurdekî jê re kiriye ku berî çend salan ji ber gefa mirinê ji Iraqê reviyabû û li cem wî niha tiştê herî girîng ewe ku wî kariye li Almanya zarokên xwe bê tirs mezin bike.

Serokwezîra Almanya derbarê wî kurdî de dibêje, dibe ku ev mezintirîn dilxweşî be ku mirov bikaribe ji bo welatê xwe bike.

Rudaw
Top