• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge bi çekên giran dest bi êrişê kirin

Gulan Media December 31, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge bi çekên giran dest bi êrişê kirin
Îro sibehê Hêzên Pêşmerge li eniya Giwêr – Mexmûr a nêzîkî Hewlêrê dest bi êrişekê kirin li dijî çekdarên DAIŞê.

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman ku wê êrişê romal dike, ragihand: “Ew operasyon ji hundê Sultan Ebdula dest pê kir.”

Senger Ebdulrehman wiha got: “Hêzên Pêşmerge li wê deverê li dijî çekdarên DAIŞê bi çekên giran dest bi êrişê kirin.”

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li asman çavdêriyê dikin, lê heta niha li çeperên DAIŞê nedane.”

Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê yê Pêşmerge di şerê DAIŞê de, Sîrwan Barzanî duhî ji Rûdawê re diyar kir ku Hêzên Pêşmerge derbasî hinek deveran bûne ku beriya şerê DAIŞê ti pêşmergeyek li wir nebû.

Piştî 4 mehan Pêşmerge karî tehdîd û gefa DAIŞê li ser paytexta Başûrê Kurdistanê, Hewlêrê nehêle.

Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê yê Pêşmerge, Sîrwan Barzanî re got ku DAIŞê gellek caran hewl daye ber bi Hewlêrê ve here lê Pêşmerge her car ew plana wê pûç kiriye.

Kurd êdî tenê bi şerê DAIŞê ve mijûl nînin, çimkî dixwazin demografiya deverê jî biguherînin ku derdora 100 sal berê li dijî wan hatiye kişandin û xêzkirin.

Rudaw
Top