• Monday, 16 February 2026
logo

Milîşiyayên Şîe mizgeftên Celewla dişewitînin

Gulan Media December 31, 2014 Nûçe
Milîşiyayên Şîe mizgeftên Celewla dişewitînin

Milîşiyayên Şîe li qezaya Celewla dest danîne ser mizgeftên qezayê ku cihê xweparastina hevwelatiyên Sune ne û çend mizgeft jî şewitandine.

Serpereştyarê eniya Celewla yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şêrko Tofîq, di vê derbarê de ji BasNewsê re got: ‘’Milîşiyayên Şîe dest danîne ser hejmarek mizgeftên Celewla û her bi vêna jî ranewestiyane, lê agir jî berdane çend mizgeftan û ew şewitandine.’‘

Li gor Şêrko Tofîq, sedema vî karê milîşiyayên Şîe, bi wê yekê ve girêdayî ye ku mizgeft cihê xweparastina hevwelatiyên Sune ne û wiha axifî: ‘’Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir û Serokê Milişiyayên Bedir Hadî Amirî, li navçeyê serpereştiya milîşiyayên Şîe dike û bi alîkariya hêzên Îranî ku niha li serbazgeha Eşref bicîh bûne, kiryarên dijminane li beramber Kurdên Celewla û Suneyên qezayê dikin.’‘

Li gor agahiyên BasNewsê, heta niha milîşiyayên Şîe dest danîne ser 18 mizgeftên Celewla ku 10 ji wan li taxên Kurdan e. Hêjayê gotinê ye dema Celewla hat rizgarkirin, milîşiyayên Şîe hewl dabûn ku Ala Kurdistanê bişewitînin.

Basnews
Top