• Monday, 16 February 2026
logo

Encumena Ewlekariyê projebiryara ereban red kir

Gulan Media December 31, 2014 Nûçe
Encumena Ewlekariyê projebiryara ereban red kir
Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê projebiryara Felestînê ya ku daxwaz dikir “dagîrkariya Îsraîlê” bi dawî were, red kir.

Di civîna her 15 endamên Encûmena Ewlekariyê de, 8 endaman projebiryara Felestînê erê kirin, 2 endaman li dijî projeyê deng dan û 5 endamên din jî dengê xwe bi kar neanîn.


Ji nava her pênc welatên herdemî yên Encumena Ewlekariyê, her yek ji Fransa, Çîn û Rûsya dengê xwe ji bo projeyê dan, lê Amerîka li dijî wê rawestiya û Brîtanya jî dengê xwe bi kar neanî.

Nûnera welatê Urdinê li Encumena Ewlekariyê Dîna Qewar ragihand ku, ew projebiryar ya aliyekî bi tenê nîne û ewê her hewl ji bo wê yekê bidin.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Felestînê li Encumena Ewlekariyê Riyad Mensûr dilgiraniya xwe bi redkirina wê projebiryarê nîşan da û daxwaz ji perpirsên Filestînê kir ku hizir li ser pêngavên bê bikin.

Projebiryara Felestînê ku bi piştgirya welatên Erebî hatibû pêşkêşkirin, muhleta 12 mehan destnîşan kiribû ji bo pêkanîna rêkeftina aştiyê di navbera Filestîn û Îsraîlê de.

Herwiha Felestîniyan daxwaz kiribû ku danûstandinên aştiyê li ser bingiha sînorê sala 1967an dest pê bikin bi awayekî ku berî dawiya sala 2017 Îsraîl ji hemû axa ku Felestîn dibêje, hatiye dagîkirin, vekişe.

Rudaw
Top