• Monday, 16 February 2026
logo

Bi vî awayî wê di 24 seatan de Kobanî were kontrolkirin

Gulan Media December 31, 2014 Nûçe
Bi vî awayî wê di 24 seatan de Kobanî were kontrolkirin
Fermandarê yekemîn hêza Pêşmerge ya ku çûbû bajarê Kobanî, Lîwa Ebdilqehar Doskî dibêje, tenê % 25 ji Kobanî di destê DAIŞê de maye û % 75 jî di destê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Pêşmerge de ye.

Lîwa Ebdilqehar ku nêzîkî mehekê bi derdora 150 pêşmergeyên xwe ve li Kobanî bû, tevlî Nûroja Rûdawê bû û zaniyariyên hûr derbarê şerê ku ev 110 rojin li bajarê Kobanî berdewam dike, aşkere kir.

Lîwa Ebdilqehar diyar dike ku DAIŞ ti karîn û hêza wê li Kobanî nemaye.

Fermandarê yekemîn hêza Pêşmerge ya ku çûbû Kobanî herwiha daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî dike ku hêzên bejayî û otombîlên Humer bişîne Kobanî, ji ber wek ew dibêhe, bi vî awayî wê di 24 seatan de Kobanî bi temamî were kontrolkirin.

Rudaw
Top