• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Çînê bawerî bi paşeroja Kurdistanê heye

Gulan Media December 31, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Çînê bawerî bi paşeroja Kurdistanê heye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duh roja sêşemiyê 30.12.2014ê li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima vekirina konsulxaneya giştiya Komara Çînê de kir. Şandeya wezareta derve ya Komara Çînê a bi serokatiya cîgirê wezîrê derve û hijmareke konsul û nûnerên welatên biyanî di merasimê de başdar bûn.

Di merasimê de ku, cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyvek pêşkş kir û tê de kêfxweşia xwe li hemer beşdarbûna di merasima vekirina konsulxaneya giştiya Komara Çînê de diyar kir û bixêrhatina cîgirê wezîrî derve yê Çînê ku traybet ji bona beşdarîkirina di merasima vekirina konsulxaneya xwe de serdana herêma Kurdistanê kiriye, kir.


Serokwezîrê got ku, Komara Çîna Milî yek ji dewletên zilhêz, xwedî êkonomiyek mezin û dewletên serkeftiyên cîhanê ye û weke endama daîm ya Konseya Ewlekariya navdewletî, di sewîyeya navdewletî de cîyekê diyar û karîgerê ber bi çav heye, herêma Kurdistanê di warê siyaseta derve de siyaseta ”deriyê vekirî” peyrew dike û deriyên wê ji hemû welatan re vekirîn eû dixwaze têkeliyên dostane û li ser berjewedniyên giştê digel dewletên cîhanê hebin, û li ser vî esasî herêma Kurdistanê xwestiye hertim têkeliyên saxlem digel Komara Çînê de hebin û lêxebitiye di hemû waran de têkeliyên dostane yên avaker li ser esasê berjewendiyên hevbeş digel wî wlatê giringê cîhanê ava bike.


Beşdarbûyên merasima vekirina konsulxaneya Çînê

Nêçîrvan Barzanî behsa giringiya vekirina konsulxaneya giştiya Çînê li herêma Kurdistanê kir û got ku, ev yekemîn pêngava giring û bifermî binyatdanana têkeliyan e û destpêka qonaxeke nû ya têkeliyan e, vekirina konsulxaneyê dê bibe derfeteke baş daku her du alî zêdetir giringiyê bi berfirehkirina têkeliyên xwe yên di hemû waran de; siyasî, êkonomî, infrasturktura, kulturî û civakî bidin, bi tyabetî herêam Kurdistanê mifay ji tecrûbeya zangîn û serkeftiya Çînê di hemû waran de werbigire. Bi vî awayî pênc endamên daîm yên Konseya ewlekariya navdewletî nuha li Hewlêrê konsulxaneyaên xwe hene û ev yek jî cîyê dilxweşiya herêma Kudistanê ye.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê ka çawa ji bo pirosesa binyatdanan û pêşkeftinê çavê wê li karên hevbeş e, bi eynî awayî çavê wê li piştgirî û hevakriya zêdetir ya dostan û civaka navdewletî ye, daku bikaribe baştir bi ser terorîstan de serkeve, ji ber ku teror ji bo ser timama mirovatî û civaka navdewletî gefek cidî ye.

Barzanî behsa giringiya piştgirî û hevkariyên leşkerî yên navdewletî bo herêma Kurdistanê kir û got ku, Herêma Kurdstanê ne bi tenê ye û raste pêşmergeyên mêrxas li bereyên şerê dijî terorê qurbaniyan didin, însiyatîv xistiye di destê xwe de û rojane li bereyên şerî terorîstên DAÎŞ têkdişkînin, lê piştgirî û hevkariya dostan, bi taybetî êrîşên asîmanî, ji bo pêşmerge piştevaniyeke mezin e û moraleke mezin bi xelkê Kurdistanê daye.


Barzanî got ku çavê herêma Kurdistanê li ser Komara Çînê ye jî ku, bi vekirina konsulxaneya giştiya xwe li Hewlêrê, çi di warê leşkerî, çi di warê rûbirûbûna kirîza mirovî ku ji encamê hebûna nêzîkî du milyon koçber û penaberên navxweyî û surî li herêma Kurdistanê çêbûye, bi awayekî aktîvtir hevkariya herêma Kurdistanê bike.

Herêma Kurdistanê, nuha, li ser asta navdewletî jimareyeke ber bi çav e, û îro Komara Çîna Milî jî dixwaze têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê bibe qonaxeke nû û vekirina konsulxaneya giştiya Çînê li Hewlêrê wê manayê dide ku Çînê bawerî bi paşeroja herêma Kudistanê û cîyê wê li ser asta Îraq û navdewletî heye.
Top