Civîna heftane ya hevpeymaniya cîhanî li Hewlêrê birêve çû
Li Hewlêrê bi beşdariya rayedarên lekerî civîna heftane ya hevpeymaniya cîhanî birêve çû.
Duh li Hewlêrê bi amade bûna wezîrê pêşemrge û hijmareke din rayedarên leşkerî yên Kurdistanê û nûnerên welatên endam di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de civîna heftane ya hevpeymaniya cîhanî hate sazkirin.
Di destpêka civînê de wezîrê pêşmerge behsa pêşhatên dawî yên eniyên şer û hevsengiyên leşkerî yên vê hefteyê kir û balkêşande ser rewşa mihwerên şer û gehêştina hevkariyên leşkerî bo hêzên pêşmerge.
Wezîrê pêşmerge di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa bername û planên hêzên pêşmerge bo rizgar kirina deverên Kurdistanî û Şengal û derdorê kir û got: Hêzên pêşmerge bi qehremanî û fedakariya han vê hertim serkeftî bin.
Di berdewamiya civîna han de nunerê welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiyên xwe yên li gel hêzên pêşmerge kir.
Nunerê welatên endam herwiha raportek derbarê kar û çalakiyên vê hefteyê yên hêzên hevpeymanan jî pêşkêş kir.
