• Monday, 16 February 2026
logo

251 kes ji agir hatin rizgar kirin

Gulan Media December 29, 2014 Nûçe
251 kes ji agir hatin rizgar kirin
Hat ragihand ku di operesyona rizgakirina kesên ku di nava keştiya ji Yewnenistanê ber bi Îtalyayê ve diçû de 251 kes hatin xilas kirin.


Ji ber sedema ku rewşa hewayê ne baş e bi tenê alîkarî bi rêya asmanî berdewam dike.


Duhî sibê di nava Behra Adriyatîkê de agir bi keştiya Îtalya ya bi navê “Norman Atlantic” ket. Heta niha 251 kes jî wê keştiyê hatine rizgar kirin.


Ji duhî şev ve bi helîkopteran xebatên rizgarkirina wan kesan didome.


Herwiha duhî hatibû ragihandin ku welatiyekî yewnenî jiyana xwe ji dest dabû.


Hat diyarkirin ku operasyonên rizgarkirina wan kesên ku keştiyê de îro jî berdewam e.

Ew keştî di nava deryayê de duhî sibê bi sedemeke nediyar agir pêketibû, ku 478 kes têde bûn.

Rudaw
Top