• Monday, 16 February 2026
logo

Li ser mijara "xwe rêveberiya Şingalê "KCKê bersiva PDKê da

Gulan Media December 29, 2014 Nûçe
Li ser mijara
Komîteya têkeliyên derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê xweseriya Şingalê de bersiva daxuyaniyên berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dide û dibêje, ew helwesta PDKê xizmeta yekîtiya neteweyî nake.


Komîteya Têkeliyên derve ya KCKê di daxuyaniyekê de diyar dike ku berpirsên PDKê li hemberî banga xweseriya Şingalê nerazîbûna xwe tînin ziman û bi gotina KCKê, xweserî, daxwaza civaka êzîdî ye û divê hemû hêz rêzê li xwesteka wan bigirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku helwesta hinek berpirsên PDKê xizmeta yekîtiya neteweyî nake û pêwîst e ew êdî helwestên wiha nîşan nedin.

Hevserokê KCKê, Cemîl Bayik û hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş piştî kontrolkirina beşekî bajarê Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, daxwaz kirin ku Şingal bibe herêmeke xweser. Medya û berpirsên PDKê jî ew daxuyanî bi tundî rexne kirin.

Jêder: Rudaw
Top