• Monday, 16 February 2026
logo

Zêbarî: Hemû mûçeyên Kurdistanê dê werin şandin

Gulan Media December 29, 2014 Nûçe
Zêbarî: Hemû mûçeyên Kurdistanê dê werin şandin
Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Hoşyar Zêbarî eşkere kir, ku dema Parlamentoya Iraqê butceyê bipejirîne, Wezareta Darayî dê ratserast muçeyê fermanbarên Kurdistanê bişîne. Herwiha diyar dike ku, sala 2015 ji aliyê darayî ve dê saleke dijwar be bo Iraqê.

Hoşyar Zêbarî di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê de behsa hurgiliyên butçeya sala 2015 û pişka Herêma Kurdistanê ji wê butceyê kir û wiha got: “Nêzîkî 100 trilyon dînarên Iraqê hene, lê pêwîstiya wê bi xerckirina 125 trilyonî heye bo sala 2015.”

Zêbarî wiha domand: “% 80ê ji butceya Iraqê ji muçeyê fermanberan re diçe. Tişta ku dimîne jî bo piroje û veberhênanê ye, 45 trilyon dînar e.”

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji butceya Iraqê jî, Wezîrê Darayî yê Iraqê da zanîn ku, “Pişka Kurdistanê 15 trilyon û hinek e. Hikûmeta Iraqê 18 tirilyon dînar wek yedekê sala 2015 danî ye, ku pişka Kurdistanê jê bêtirî trilyonekê ye.”

Hoşyar Zêbarî wiha got: “Li gorî rêkeftina Hewlêr û bexdayê, ji niha ve şandina butceyê herêma Kurdistanê dereng nakeve û her demekê ku li Parlamentoya Iraqê were pejirandin, Wezareta Darayî dê rasterast butce û mûçeyên Herêma Kurdistanê biçîne.”

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji butceya 2014, ku Bexda ji Kurdistanê re neşandiye, Zêbarî wiha domand: “Ew butce rastî pisgirêkeke mezin hat, Hikûmeta Iraqê tenê meha yekem û duyem ji sala 2014 şand, mehên din jî Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî neşandin. “

Wezîrê Darayî wiha domand: “Niha rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ku Bexda di nava 2 mehan de 1 milyar dolar ji Kurdistanê re şand û Hewlêrê jî 150 hezar bermîl petrol da Bexdayê.”

Hoşyar Zêbarî takez kir ku, “Niha hikûmeta Iraqê di qeyraneke mezin de ye û got: Sala 2015an ji aliyê darayî salek dijwar be, bi taybetî di 6 mehên yekem de, lê dibe ku buhayê petrolê zêde bibe û ew qeyran kêmtir bibe.”

Herwiha Zêbarî da zanîn ku, “Hikûmeta Iraqê di butceya sala 2015an de wek cara yekê hizir dike ku bacê ji welatiyan werbigre û dahata xwe ya navxwe pê zêde bike, ku bacê li ser otomobîl û mal û zevî û geşteyan jî werbigre.”

Rudaw
Top