Li Guwêrê 33 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Şeva borî, çekdarên DAIŞ`ê li eniya Guwêr êrîşî ser pêgehên Pêşmergyan, lê êrîşa wan hat pûçkirin û ziyaneke mezin jî gehişte çekdaran.
Berpirsê eniya Guwêr–Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji BasNews re got:“ Şeva borî çekdarên taybet ên DAIŞ`ê ku bi navê Mertala Cezîre tên nasîn, li gundên Sultan Ebdula û Tel Rîm li eniya Guwêrê êrîşek encamdan û Hêzên Pêşmerge rûbirûyê wê êrîşê bûn û di encam de bêhtir ji 33 çekdarên hatin kuştin û termê wan jî li qada şer mane.”
Sîrwan Barzanî diyar kir jî ku:“ Di wê êrîşê de 17 emîrên DAIŞ`ê beşdarbûn û bi gelek corên çekên giran êrîşkirine, tevî zirarên canî pêşmergeyan dest danîn ser komek çek û teqemeniyan.”
Rudaw
