• Monday, 16 February 2026
logo

Eniya Mexmûrê- Êrişên DAIŞê hatin pûçkirin

Gulan Media December 27, 2014 Nûçe
Eniya Mexmûrê- Êrişên DAIŞê hatin pûçkirin
Li Eniya Mexmûrê duh êrişên DAIŞê yên ku ji çar aliyan ve bi tanl û wesîyatên cureya Hummer hatin pêkanin ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin pûçkirin.

Fermandarê Eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku wan bi çeka ji cureya Mîlan a antîtank bersiva êrişên DAIŞê yên ku bi tank û wesayîtên bizirxî pêkanîn, û êrişa rêxistinê pûç kirin.

Sîrwan Barzanî diyar kir ku di encama pevçûnan de peşmergeyek birîndar bû û lê çend çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê wan jî di destê wan de ye.

Barzanî anî ziman ku cara ewil e rêxistina DAIŞê ew qasî zêde bi wesayîtên bixirzî êrişê dike û got ku lê dîsa nekarin pêş bikevin û mecbûr bûn ku paşve vekişin.

24ê Berfenbarê 4 çekdarên DAIŞê yên xwekujer li gundê Guwêrê êrişî baregehekê kiribûn û di encame wê de 5 pêşmerge şehîd ketibûn û 25 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Rudaw
Top