BÛYERÊN CIZÎRÊ- Hûda-Par û DTKê hevdîtin pêk anîn
Huseyin Yilmaz ji Rûdawê re ragihand ku wî ligel Hatip Dîcle derbarê bûyerên ji şeva borî di navbera alîgir û endamên Hûda-Par û DBPê de derketin, axaftin.
Yilmaz derbarê axaftina wan de wiha got:
“Me ligel Birêz Hatip Dîcle bi rêya teleonê hevdîtinek pêk anî. Em heman baweriyê de ne. Em dibêjin ev provokasyon in. Piştî bûyerên Kobanî jî ez û Birêz Dîcle hatibûn ba hev. Di navbera me de ti protokol nehatine îmzêkirin.”
Di encama şer û êrişan li Cizîrê di navbera alîgir ên Hûda-Par û DBP de, heta niha 2 kesî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birindar bûne.
Rudaw
