• Monday, 16 February 2026
logo

ŞINGAL- Pêşmerge pêşve diçe: 20 DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media December 27, 2014 Nûçe
ŞINGAL- Pêşmerge pêşve diçe: 20 DAIŞê hatin kuştin
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê pêşve diçin û îro jî 20 çekdarên DAIŞê li navenda bajêr kuştin, ku 2 ji wan emîr bûn.

Fermandarê Lîwa ya 7emîn yê Eniya Şingalê Behram Arif Yasîn ji Rûdawê re ragihand ku ew li navenda bajêr pêşketine û heta serde herêma pîşesaziyê bûne.

Behram Arif Yasîn diyar kir ku wan di encamên pevçûnên îro de 20 çekdarên rêxistina DAIŞê kuştine ku 2 ji wan jî emîr in.

Yasîn anî ziman ku duh ji du aliyan ve êrişî rêxistine kirine û herwiha duhî 2 emîrên DAIŞê kuştine û termên wan jî mabûn rê de.

Fermandarî da zanîn ku DAIŞê ji Mûsil, Beac û Sûriyê alikariyên lojîstik standiyê lê rizgarkirina Şingalê ji aliyên Hêzên Pêşmerge ve nêzîk e.

Operasyona rizgarina Şingalê bi sefermandniya Serokê Herêma Kurdistanê 17yê Berfenbarê dest pê kiribû. Hêzên kurdî 17-18ê Berfenbarê gihîştibûn Şingalê.

Rudaw
Top