Parlamenterê CHPê yê Dêrsimê: AKP û DBP şirîk in
Parlamenterê CHPê yê Dêrsîmê Kamer Genç bi gotinên tûj AKP û DBP da ber rexneyan. Genç, di axaftina xwe de destpêkê bal kişand ser bûyerên 17-25ê Kanûna par kir û wiha got:
"Herkes dizane ku dewleta Tirkiyê hatiye belavkirin û ketiye destê komeke diz. Dizî tê kirin, gendelî tê kirin. Niha jî dibêjin ku 'Ev ne dizî ye, darbe ye. Yaw Tayyîp Erdogan! ewqas milyar dolar û pere kê xist warxana mala kurê te?"
Genç îdîa kir ku hikûmeta AKPê bi awayekî wekhev bûdceyê li bajaran belav nake. Genç, di vî warî de wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ezê li parlamentoyê li rûyê Ahmet Davûtoglû û li rûyê Tayyîp Erdogan jî bixim. Ezê ji wan re bêjim, ger şerma we hebe û dadweriya we hebe, bi awayekî yeksan li vê Tirkiyê binêrin. Di 17 û 25ê Kanûnê de dema vê hikûmetê bertîl dixwar, li ser sûc hat girtin."
Di hedefa tomet û îdîayên parlamenterê CHPê yê Dêrsîmê Kamer Genç de ne tenê AKP, DBP jî hebû. Genç, îdîa kir ku kesên çekdar gef li alîgirên partiya wî dixwin û wiha got:
"Ger hûn demokrat bin, ger hûn rêz li mafên mirovan digirin; rê bidin di hilbijartinan de îradeya gel derbikeve holê. Ger baweriya we bi hilbijartinan tine û baweriya we bi çekan heye, baş e em hemû dest bavêjin çekan. Êdî kêr gihaye hestî.. Bila ev heval jî bizanin, emê jî êdî bi zimanê wan baxivin."
Parlamenterê Dêrsimê yê CHpê her wiha DBP bi 'hevkariya' Ak Partiyê tometbar kir û got:
"Gendeliyên pir mezin hene, Tayyîp Erdogan dixwaze rêjîma dîktatorî ava bike. Gotegotek heye, hêvîdar im nerast derkeve. Selahattîn Demîrtaş dibêje ku 'Emê wekî partî tevlî hilbijartinên giştî bibin'. Jixwe wekî partî nikarin bendê derbas bikin. Jixwe îradeya DBPê di destê kê de ye, di destê Abdullah Ocalan de ye. Ger Abdullah Ocalan bibêje ku wekî 'partî tevlî bibe', dê wekî partî tevlî bibe. Ger bêje ku 'serbixwe tevlî hilbijartinan bibe' dê serbixwe beşdar bibin. Hesabeke wiha ye.”
Rudaw
