Merziye Efxem: Rola Pêşmerge roleke gelek girînge
Peyvdara wezareta derve ya Îranê dibêje rola hêzên pêşmerge gelek girînge.
Peyvdara wezareta derve ya Îranê Merziye Efxem di presskonferansekî de behsa terorîstên DIŞIê û şerê dijî wan terorîstan kir û balkêşande ser rola hêzên pêşmerge.
Efxem eşkere kir ku di şerê dijî terorê de hêzên pêşmerge roleke gelek girîng lîstine û rola hêzên pêşmerge bo lawaz kirin û ji nav birina terorîstên DIŞIê roleke gelek girîng û dîrokiye.
Efxem herwiha eşkere kir ku niha hêzên pêşmerge karîne serkeftinên gelek mezin li hember terorîstên DIŞIê bidest bixin û derbên gelek dijwar li terorîstan bidin.
