DAIŞ plana xwe ya şer li Şingalê guhert
Piştî ku çekdarên DAIŞ`ê li eniyên şer li Başûrê Kuridstanê şikestin, plana êrîşkirinê bo ser pêgehên Pêşmerge ji rûbirûbûna rasterast bo kiryarên xwekujî guhertin.
Çanaiyeke leşkerî ya taybet ji BasNewsê re got:“ Çekdarên DAIŞ`ê piştî şikestina wan li eniyên şer li Başûrê Kurdistanê, plana êrîşên xwe guherîne û tenê bi rêya otombîlên bombekirî êrîşî ser pêgehên Pêşmergeyan dikin, ev plan jî piştî şikestina wan li navçeya Şinaglê xistine warê bi cihkirinê“.
Êvara roja 25.12.2014`an çekdarên DAIŞ`ê li eniya Giwêr bi rêya 2 otombîlên leşkerî re, êrîşeke xwekujî bo ser pêgehên Pêşmergeyan encamdan û ji ber wê yekê jî, hejmarek Pêşmerge şehîd û birînadar bûn.
Duh danê êvarî, li gundê Herdaniye yê bi ser qezaya Şingalê ve, çekdarên DAIŞ`ê bi tankereke bombekirî êrîşî ser pêgehên Pêşmergeyan kirin, lê berya ku bigihêje, Pêşmergeyan bi çekên dijî tankan ew tenker teqandin.
Fermandeyê Artêşa 4 ya Zêrevanî li navçeya Şingalê ji BasNewsê re got:“ Çekdarên DAIŞ`ê di karîna wan de nemaye ku êrîş bikin, tenê bi otombîlên bombekirî êrîşî ser pêgehên Pêşmergeyan dikin, ev jî planeke nû ye, lê Pêşmerge bi çekên nû yên dijî tankan wan êrîşan pûçdikin“.
Basnews
