• Monday, 16 February 2026
logo

Pişka Kurdistanê ji butçeya giştî ya Iraqê zêde dibe

Gulan Media December 26, 2014 Nûçe
Pişka Kurdistanê ji butçeya giştî ya Iraqê zêde dibe

Di rûniştineke taybet a Parlementoya Iraqê de, duh, Pêcşemê, xwendina yekem ji bo proje yasaya butçeya giştî ya Iraqê bo sala 2015an hat kirin, biryare di meha bê de jî gotûbêj li ser butçeyê destpê bikin.

Parlementera Kurd li Bexdayê Necîbe Necîb di daxuyaniyekê de bo BasNeewsê ragihand ku “ xwendina yekem bo proje yasaya butçeyê hat kirin, rûniştin niha bidawî hat, roja 07.01.2015 dê gotûbêjên li ser butçeyê destpê bikin.”

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ya Iraqê, Necîbe Necîb diyar kir ku “Li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, dê hikûmeta Iraqê di çarçoveya butçeya leşkerî ya Iraqê de, qasê yek milyar dolar ji Pêşmergeyan re bişiyêne.”

Ncîbe behsa wê yekê kir jî ku, dibe di nêzîk de qasek din ji pereyan bo Herêma Kurdistanê were şandina û wiha berdewam kir: “Ji butçeya sala 2015an, 5 milyar dolar ji bo geşbûna parêzgehan hatiye taybet kirin, ji wê qasê jî dê ji sedî 17e bo Herêma Kurdistanê be, ji bilî pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî û pereyên ku dê ji Pêşmergeyan re bên şandin, ew jî dike 850 milyon dolar.”

Berî niha jî, parlementerê Kurd li Bexdayê Macid Şingalî ji BasNewsê re aşkere kiribû ku, pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ya Iraqê bo sala 2015an “Ji sedî 18e ye.”

Li gor ku Macid Şingalî ragihandiye “Qasê pereyên ku ji bo butçeya giştî ya Iraqê hatine taybet kirin 125 tirilyon û 203 milyar û 110 milyon û 833 hezar dînar e, ji wan 15 tirîlyon û 440 milyar û 142 milyon û 124 hezar dînar ji pişka Herêma Kurdistanê ye.”

Basnews
Top