• Monday, 16 February 2026
logo

Li Şingalê şer derket: Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir

Gulan Media December 26, 2014 Nûçe
Li Şingalê şer derket: Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
Çekdarên DAIŞê vê sibehê çeperên Pêşmerge li Şingalê topbaran kirin û hewl dan pêşde biçin, lê êrişa wan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat şikandin.

Peyamnêrê Rûdaw li Şingalê Hêvîdar Ehmed ragihand ku îro derdora saet 7ê sibehê bi dema Hewlêrê, çekdarên DAIŞê êrişî çeperên hêzên Pêşmerge li nav Şingalê kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.

Hêvîdar Ehmed diyar kir ku DAIŞê berî ku êriş bike, çeperên Pêşmerge topbaran kir û Pêşmerge jî bi top û hawanan bersiva wan da ûda zanîn ku balafirên şer ên Hevpeymaniyê li ezmanê Şingalê difirin lê heta niha çeperên DAIŞê bombebaran nekirine.

Derbarê pêşdeçûnên hêzên Pêşmerge li Şingalê jî, Peyamnêrê Rûdawê got, niha 3 taxên mezin yên Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve hatine kontrolkirin û ew 3 tax ji bo kontrolkirina tevahiya bajêr, çeperên stratejîk in.

Peyamnêrê Rûdawê li ser zarên fermandarên Pêşmerge jî ragihand ku Pêşmerge dikare taxên din yên Şingalê kontrol bike, lê ew dixwazin destpêkê navçeyên hawirdora bajarê Şingalê kontrol bikin ji bo ku bikaribin bajêr ji êriş û topbarana DAIŞê biparêzin.

Fermandarên Pêşmerge dibêjin, proseya kontrolkirina Şingalê gellekî dirêj nake û di demeke herî zû de ewê taxên mayî yên Şingal û navçeyên din yên li derdora wê rizgar bikin.

Derbarê rewşa koçberên li ser Çiyayê Şingalê de, ku hejmara bi qasî 8 hezar kes tê texmînîkirin, Peyamnêrê Rûdawê got, koçber dibêjin piştî rêya çiyê hatiye vekirin, rewşa wan baştir bûye. Herwiha tekez dikin ku ew naxwazin biçin Dihokê ji ber ku ew li benda rizgarkirina tevahiya Şingalê ne ji bo ku vegerin ser mal û warê xwe.

Rudaw
Top