• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞ ji Mûsil vedikişe

Gulan Media December 26, 2014 Nûçe
DAIŞ ji Mûsil vedikişe
Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê dest bi valakirina Mûsîlê kir.

Berpisyarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Mûsilê Ismet Receb ji Rûdawê re got ji ber ku Hêzên Pêşmerge li herêma Keskê pêşde diçin çekdarên DAIŞê ji Taxa 17yê Berfenbara terikandin.

Recep diyar kir ku çekdarên DAIŞê malbatên xwe jî ji Mûsilê rêdikin.

Parêzgerê Mûsilê Esîl Nuceyfî jî ji Rûdawê re ragihandibû piraniyan çekdarên DAIŞê ji gundên derdora Mûsilê pêk tên û dema ku Artêşa Iraqê bajêr rizgar kir ewê wan dîsa bişînin gundên wan.

Bajarokê Keskê 2 Tebaxê piştî êrişa bi topên hewan hatibû dagirkirin. Di encama wê êrişê de pêşmergeyek şehîd ketibû û 40 sivîl jî birîndar bûbûn.

DAIŞê ji 10ê Hezîrana îsal ve Mûsil dagir kiriye.

Rudaw
Top