• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê ji sê aliyan êriş kir lê di nîv saetê de şikest!

Gulan Media December 25, 2014 Nûçe
DAIŞê ji sê aliyan êriş kir lê di nîv saetê de şikest!
Çekdarên DAIŞê şeva borî li nêzîkî Bendava Mûsilê ji sê aliyan ve êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê êrişa wan hat şikandine û çendek ji wan jî hatin kuştin.

Rayedarekî Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî saet derdora 12:00, çekdarên DAIŞê li gundê Sehlecî li nêzîkî Bendava Mûsilê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.

Wî rayedarî diyar kir ku ji dema ku gundê Sehlecî ji aliyê Pêşmerge ve hatiye standin ve heta niha DAIŞê 9 caran êriş kiriye lê her carê jî hatiye şikandin û derbên giran xwariye.

Li gorî agahiyên wî pêşmergeyî, di şerê şeva borî de jî di nav nîv saetê de çend çekdarên DAIŞê hatin kuştin û neçar man paşde birevin.

DAIŞê roja 25ê Mijdara îsal jî êrişî Bendava Mûsilê, ku di destê Pêşmerge de ye, kiribû lê di wî şerî de ku bi alîkariya balafirên şer hatibû kirin, 124 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin, di nav wan de 7 emîrên rêxistinê jî hebûn.

Rudaw
Top