• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge li Mexmûr û Guwêr êrişên DAIŞê têkşikand

Gulan Media December 25, 2014 Nûçe
Pêşmerge li Mexmûr û Guwêr êrişên DAIŞê têkşikand
Rêkxistina terorîstiya DAIŞê li çend cihan êriş kire ser sengerên pêşmerge li mêhwera Mexmûr û Guwêr, li Hewlêrê, lê hêzên pêşmerge rûbirûyê wan bûn û bersiva êrişa wan dan û ziyaneke mezin gihandine terorîstên DAIŞê.

Berpirsê liqa Mexmûr a partiya demokrata Kurdistanê Necat Elî ji PNA re ragihand:´´ şeva derbasbûyî li mêhwera Mexmûr û Guwêr, çekdarên rêkxistina terorîstiya DAIŞ bi çend otomobîlên bombekirî û xwekujan û herwiha bi piştevaniya zirêhpûşan êrişî ser çeperên hêzên pêşmerge li gundên Koşaf a serê, Koşaf a xwarê, Saqî, Wadî Xerab û Telerîm kirin.

Necat Elî ragihand, ku hêzên pêşmerge li wan deveran bi tundî bersiva êrişa terorîstên DAIŞê dan û di maweya demjimêrekê de û di encamê şereke tund de, êrişa çekdarên DAIŞê têkşikandin. Elî tekez kir, ku di evî şerî de, çend otomobîl, zirêhpûş û Humer ên DAIŞê bi cih hêlane û çend cendekên kuştiyên terorîstan jî kevtine destê DAIŞê.

Berpirsê liqa Mexmûr a PDKê got, ku hêzên pêşmerge di evî şerî de 3 şehîd dan û çend pêşmerge jî birîndar bûn.

Top