Serokwezîrê Iraqê li Enqereyê ye
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku duh çûbû Tirkiyeyê, dê îro li Enqereyê dest bi hevdîtinên xwe digel rayedarên tirk bike.
Ebadî dê hevdîtina xwe ya yekem bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek re bike, paşê bi Serokwezîr Ahmet Davûtoglu re rûnê.
Serokwezîrê Iraqê herî dawî jî dê bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Tê gotin ku Ebadî û rayedarên tirk dê li ser şerê DAIŞê, pêwendiyên Bexda û Enqereyê û hevkariya aborî û ewlehiyê ya di navbera her du welatan de gotûbêj bikin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu jî 20ê Mijdara îsal serdana Bexdayê kiribû û li wir gotibû, Tirkiye amade ye di warê leşkerî û îstixabaratê de di şerê DAIŞê de alîkariya Iraqê bike.
Pêwendiyên Tirkiye û Iraqê di dema serokwezîriya Nûrî Malikî de pir aloz bibû.
Rudaw
