• Monday, 16 February 2026
logo

Ji bo rizgarkirina Mûsilê, sê navendên leşkerî li Başûr tên vekirin

Gulan Media December 25, 2014 Nûçe
Ji bo rizgarkirina Mûsilê, sê navendên leşkerî li Başûr tên vekirin
Hat zanîn ku hikûmeta Iraqê dê li Başûrê Kurdistanê sê navendên leşkerî ji bona wan hêz û çekdarên ku dê tevlî şerê rizgarkirina Mûsilê bibin, vebike.

Bajarê Mûsilê ji havîna îsal ve di destê DAIŞê de ye.

Parlamenterên Mûsilê di Parlamentoya Iraqê de jî dibêjin, hikûmeta Iraqê biryar daye li Başûrê Kurdistanê sê navendên leşkerî ji bo perwerdekirina hêz û çekdarên ku dê tevlî şerê rizgarkirina Mûsilê bibin, veke.

Li ser vê mijarê Parlamentera Mûsilê, Sacîde Mihemed Yûnis, ku girêdayî Hevpemaniya Erebî ye, diyar kir ku wan ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwestine, wan ji plana rizgarkirina Mûsilê agahdar bike û bihêle ew jî tevlî wî şerî bibin.

Parlamenterekî din ê Mûsilê yê bi navê Mihemed Nûrî jî da zanîn ku Ebadî fermana vekirina sê navendên leşkerî daye ji bo fêrkirin û perwerdekirina wan çekdar û hêzên ku dê tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin.

Mihemed Nûrî anî ziman ku navendek li bajarokê Mexmûrê, navendek li nahiyeya Başîkê û ya din jî dê li nahiyeya Rebîeyê bê vekirin.

Li gorî agahiyên wî nûnerê Mûsilê, hejmara çekdarên ku di navenda leşkerî ya Başîkê de bên komkirin 4500 kes, yên ku li navenda Mexmûrê de jî bên komkirin dê 3500 kes bin.

Nûrî her wiha got ku piştî ku Bexdayê rizamendiya çekdarkirinê da û mûçe ji wan re hat terxankirin, navenda Rebîeyê dê dest bi perwerdekirina çekdarên xwebexş bike.

Parlamenterê kurd ê Mûsilê, Salim Cuma Xidir jî ku girêdayî Hevpeymaniya Kurdistanî ye, diyar kir ku divê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji aliyê artêşa Iraqê yan jî Pêşmerge ve were kirin.

Salim Cuma Xidir her wiha got, em naxwazin û razî jî nin ku milîsên şîe tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin.

Wî parlamenterê kurd ê Mûsilê anî ziman ku divê rizgarkirina Mûsilê bibe fermaneke fermî ya hikûmetê û Wezareta Parastina Iraqê û Pêşmerge li ser vê yekê li hev bikin.

Salim Xidir ragihand ku ew dixwazin hêzên Pêşmerge deverên Başûrê Kurdistanê yên ku ji Herêma Kurdistanê hatine veqetandin, azad bikin û milîsên eşîrên Mûsilê jî alîkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê bikin di rizgarkirina Mûsilê de.

Rudaw
Top