Parlamenterkî Rojhilatî serkeftina Pêşmerge li Barzanî pîroz kir!
Parlamenterê kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Seyîd Ehsen Elewî namyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand û serkeftina hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de li Barzanî pîroz kir.
Li gorî nûçeya malpera îranî ya ÎSNAyê, Seyîd Ehsen Elewî di beşeke nameya xwe de wiha gotiye:
“Her çiqas dujminên gelê kurd vê carê di bin ala dagîrkeran û DAIŞê de êrişî kurdan kirin û birînên Enfalê, bombebarana kîmyayî nû kirin lê mêrxasî û berxwedana Pêşmerge şikestek wisa da wan êdî ti kes newêre û nikare xeyala êrişeke wisa li djiî mirovahiyê û azadiyê bike.”
Wî parlamenterê kurd her wiha diyar kiriye ku ew tişt û bûyerên ku li Şingal û Kobanî çêbûn dilê her mirovekî êşand lê bi şer û berxwedana Pêşmerge û şervanên kurd Şingal û Kobanî ji nav lepên pîs ên DAIŞê derxist.
Nûnerê Sine, Kamyaran û Dîwandere wiha aniye ziman: “Min wek nûnerê gelê kurd erka xwe dît ku vê serkeftina Pêşmerge pîroz bikim û rêzê jê re bigirim.”
Rudaw
