• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî destê dayîka sê birayên ku bi hev re şehîd bibûn, maç kir

Gulan Media December 24, 2014 Nûçe
Barzanî destê dayîka sê birayên ku bi hev re şehîd bibûn, maç kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû dîtine dayîka sê birayên ku di şerê DAIŞê de şehîd ketibûn û destê wê maç kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh (23ê Kanûnê) li bajarokê Soranê yê Başûrê Kurdistanê çû mala wan her sê şehîdên ku li devera Zûmarê di şerê DAIŞê de şehîd ketibûn.

Biraziyê wan şehîdan, Senar Mihemed Emîn li ser serdana Barzanî ji Rûdawê re got, Serok Barzanî hat mala me û sersaxî da me. Her wiha destê dapîra min maç kir û got, ‘ew tenê kurên te nînin kurên min in jî. Min ew sê şehîd dane ti kesekî din nedaye’.

Senar Mihemed Emîn her wiha diyar kir ku dapîra wî jî ji Barzanî re wiha gotiye: “Kurên min ji bona Kudistanê û gelê kurd şehîd bûne, silametiya Kurdistanê û te ji hemû tiştekî girîngtir e. Pêşmerge hemû kurên min in û hemû şehîd kurên min in, ti ferqa wan bi wan her sê kurên min re tine.”

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî behsa wê serdana Barzanî kiriye û ragihandiye, Barzanî hevxemiya xwe ji dayîk û bavê wan şehîdan re nîşan daye û wiha gotiye:

“Min dixwest wê roja ku kurên we şehîd bibûn, werim serdana we lê wê demê min nedikarî êşa we hêsan bikim. Piştî van serkeftinan min hêz wergirt û ez hati dîtine we. Ez hêvîdar im ew serkeftin birînên me derman bikin û êşên we kêm bikin.”

Li gorî malperê, Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji dayîka wan şehîdan re wiha gotiye: “Ew pêşmergeyên ku niha şer dikin û yên ku şehîd bûne, hemû kurên te ne, tu dayîka hemûyan î. Em bi we serbilind in. Ez li şûna ku herim serdana dayîkên hemû şehîdan, ez hatim ba te. Ez bi rêya we re sersaxiyê ji hemû dayîkên şehîdan re dixwazim. Înşala eger derfet çêbibe ezê herim xizmeta hemû dayîkên şehîdan.”

Roja 25ê Cotmeha îsal nahiyeya Zûmarê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat standin. Di wî şerî de hinek pêşmerge şehîd bûn ku di nav wan de 3 pêşmerge ji malbatekê ku her sê birayên hev bûn, şehîd bûn.

Rudaw
Top