Girtiyên siyasî yên zîndana Urmiyê dawî bi gireva birçîbûnê anîn
Parêzerê komek ji wan girtiyên ku ketibûn gireva birçîbûnê, Salih Nîkbext ragihand, ku yek ji wan girtiyên ku ketibûn gireva birçîbûnê ji wî re gotiye ku wan gireva xwe bi dawî aniye.
Parêzer Salih Nîkbext daye zanîn ku girtiyan li ser daxwaza malbatên xwe û herwiha ji ber qebûlkirine piraniya daxwaziyên xwe ji aliyê rayedarên girtîgeha Urmiyê ve gireva xwe bi dawî anîne.
Nîkbext tekez kiriye ku rayedarên girtîgehê soz dane girtiyan, ku cihên wan ji girtiyên din cuda bikin.
Komek girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê, ku piraniya wan bi sêdaredanê hatine mehkûmkirin, bi maweya 33 rojan ketibûne gireva birçîbûnê.
Daxwaza serekî ya wan girtiyan, cudakirina girtiyên siyasî ji girtiyên din û herwiha başkirina rewşa girtîgehê û başkirina reftara rayedaran ligel malbatên girtiyan û dana mafê hevdîtinê bi girtiyan bû.
Herwiha duh li seranserî Rojhilatê Kurdistanê jî, gireva giştî ji bo piştevaniya wan girtiyên Kurd hatibû ragihandin ku li gellek bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê gelê kurd deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.
Rudaw
