• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî helwesta xwe ya dawî li ser referandûmê aşkere kir

Gulan Media December 23, 2014 Nûçe
Barzanî helwesta xwe ya dawî li ser referandûmê aşkere kir

Yekîtiya Ewropayê (YE) û Herêma Kurdistanê tekez li ser rûbirûbûna terorê dikin, YE jî tekez dike ku ew dê li ser alîkarîrina Herêma Kurdistanê berdewa be.

Îro, 23 Kanûnê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Rêxera Bilind a Siyaseta Derve û Asayişê li YE Federika Moghgerini li Pîrmamê civînek pêkanîn, piştî bidawîhatina civînê jî, konferansekî rojnamevanî yê hevbeş lidarxistin.

Di destpêkê de Federika Mogherini kêfxweşiya xwe bi serkeftinên Hêzên Pêşemrgeyên Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku, vê serkeftina Pêşemrgeyan “Serkeftina derûnîsîkolojî bo xelkê vegerand”, tekez kir jî ku “DAIŞê dê bişike û paşeroja wê nîne.”

Mogherini got jî ku Herêma Kurdistanê “Axa pêkvejiyanê ye, em hemû dikarin bi hev re tê de bijîn.”

Derabrê alîkariya YE bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, Mogherini tekez kir ku “Em we piştrast dikin ku, em hest bi wê gefê dikin, ew gef ne tenê li ser navçeyê ye, lê li ser asayişa mejî metirsî ye, şerê me hevbeş e, em amade ne alîkariya we bikin û agehdarî wî barê giran ê ser milê we ne. Nêrîna me bo Herêma Kurdistanê erênî ye, em tekez dikin ku dê berdewam bin li ser alkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê.”

Derbarê pirsa referandûmê de, Rêxera Bilind a Siyaseta Derve û Asayişê li YE got: “Wek YE, em bawrin ku hêza Iraqê di yekîtî û pêkvejiyanê de ye, em pêşbînî dikin ku hikûmeta federal a Iraqê dê daxwazan pêk bîne.”

Di bermaber de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser pirsa referandûmê wiha got: “Serxwebûn ji mafê Kurdistanê ye, xelkên Kurdistanê jî dê biryarê li ser bidin.”

Barzanî diyar kir jî ku, Herêma Kurdistanê pêşbînî dikir ku Tirkiye bêhtir alîkariya wê bike û wiha berdewam kir “Di destpêkê de alîkariya me ya leşkerî kirin, hevkariya wan bo çûna birayyên Pêşmerge bo Kobanê gelekî girîng bû û Tikriye welatek xwedan siyaseta xwe ye.”

Derbarê serkeftina Hêzên Pêşmerge li Şingalê, Barzanî diyar kir ku, 3 hezar kîlometir ji DAIŞê hatiye paqijkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wan keç û jinên Kurd ên Êzdî, ku ji aliyê çekdaran hatine revanidna, kir û got: “Ti carî em li wan kesan naborin, ku beşdar bûn di revandin û destdirêjiyê de li ser keçên Êzdî.”

Basnews
Top