Berpirsa siyaseta derve ya Ewrûpayê gehêşte Hewlêrê
Berpirsa siyaseta derve ya Ewrûpayê Federica Mogherin bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê.
Şevêdin berprisa siyaseta derve ya YEê Xatû Federica Mogherin bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê û li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê de ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Biryare piştî bihin vedanekî, Federica Mogherin li gel rayedarên Kurdistanê de bicive û bihevre derbarê çendîn pirs û mijarên girîng yên weke şerê dijî terorîstên DIŞIê, serkeftinên hêzên pêşmerge û herwiha rewşa Penaberan giftûgo bikin.
