• Monday, 16 February 2026
logo

Li Xurmatuyê li dû hev teqînan rû da

Gulan Media December 22, 2014 Nûçe
Li Xurmatuyê li dû hev teqînan rû da
Li navçeya Xurmatûyê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê li nêzîkî baregeha leşkerî teqînan rû da, di encama teqînan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Ewlekariya Xurmatûyê Faruq Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku beriya bistekê 3 bombe teqiyan û di encama teqînan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Navçeya ku ewlakriya wê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistan pêk tîne 7 komên çekdarên ên cuda hene.


Hêzên Pêşmergeyên Kuridistanê 1ê Cotmeha îsal Xurmatu jî çekdarên DAIŞê rizgarkirî bûn.

Rudaw
Top