Serok Barzanî pêşwaziya Şêxê Hoza Şemer kir
Li hevdîtinê de Şêxê Hoza Şemer ji bo wan serkeftinên mezinê ku hêzên Pêşmerge li beranber terorîstên Da'îş de bi dest ve anîne û her wiha azadbûna navçeyekî berfirehê devera Şengal û Rebî'e û Zûmmar destxweşî û pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir. Li têkşikandin û nehiştina terorîstên Da'îş li wan navçeyan spasiya qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Şêxê Hoza Şemer kir û tekez li ser tebayî û birayetiya di navbera Kurd û wan Ereban kir ku baweriya wan bi pêkvejiyanê heye û destê wan li gel terorîstên Da'îş da nebûye. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ew Erebên beşdariya tawanên Da'îşê bûne û hevkariya wan kirine û tawanê li dijî pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê bi taybetî li Êzîdî û Mesîhiyan encam daye li wê tawananê da berpirsiyarin û şerîkê zulm û tawana terorîstên Da'îşin.
