• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana Mezara Şêx Şerfedîn li Çiyayê Şengalê kir

Gulan Media December 22, 2014 Nûçe
Serok Barzanî serdana Mezara Şêx Şerfedîn li Çiyayê Şengalê kir
Êvariya duh yekşem 21.12.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçêweya serdana xwe ya çiyayê Şengalê serdana Mezara Şêx Şerfedîn ya li çiyayê Şengalê kir ku yek ji wan cihên pîrozên Kurdên Êzîdî ye.

Li vê serdanê da Serok Barzanî ji aliyê hejmarek kesayetiyên olî û civakiyên devera Şengalê û Êzîdiyan ve hate pêşwazî kirin û amadebûyên mezara Şêx Şerfedîn behsa rola Serok Barzanî ya li serkeftina operasyona azadkirina devera Şengalê kirin. Serok Barzanî jî pîrozbahiyên wan serkeftinan li xuşk û birayên Êzîdî û xelkê navçeyê kir û pêzanînên xwe jî ji bo rola qehremanên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û silavên xwe jî ji bo wan şehîdên qehremanan re şand ku canê xwe bi navê bergirîkirina li ax û kerameta Kurdistanê gorî kirine.

Top