Barzanî ji ser Çiyayê Şingalê serkeftina Pêşmergeyan pîroz kir
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ji ser Çiyayê Şingalê serkeftina Hêzên Pêşmerge li Şinaglê ragihand û pîrozbahî li Hêzên Pêşmerge û li hemû xelkê Kurdistanê kir.
Di konfiranseke rojanemvanî de li ser Çiyayê Şinaglê, îro 21`ê Kanonê Serokê Herêma Kurdiatanê Masûd Barzanî ragihand ku, em şanaziyê dikin ku Hêzên Pêşemrge yên Kuridstanê karîn Şingalê rizgar bikin û herwiha ew serkeftin bi dastaneke dîrokî da zanîn.
Barzanî diyarkir ku, piraniya çekdarên DAIŞ`ê ber bi Sûriyê û qezaya Be,ac ya bakurê rojavaya Iraqê reviyane û wiha domand:“ Li her cihekî pêwîst be ku şerê DAIŞ`ê bê kirin dê Pêşmerge amadebin“.
Barzanî spasiya derebiderên Kurdên Êzdî ên ku ev çend mehbûn li ser Çiyayê Şinaglê kir û bi pêwîst zanî ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha Hikûmat Iraqê wan malabatên Êzdî qerebo bike û got:“Kurdên Êzdî nîşana xweragiriyê pêşkêşî hemû cîhanê kirin“.
Di vê derbar de jî, Barzanî got ku, mezintirîn qerebokirin, qerebokirina saykolojî bû ku, ew jî bi serkeftina Pêşmergeyan hat bi dest xistin.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola firokeyên hevpeymanan di bi destxisitna vê serkeftinê de kir û ragihand jî, ku eger Tank û çek di destê Pêşmergeyan de hebana dê di demeke zûtir de, ew navçe rizgarkiribaya, lê amaje bi beşdariya ti hêzeke ji bilî Pêşmerge di vî şerî de nekir.
Roja 3 Tebaxa borî çekdarên DAIŞ`ê derbasî devera Şingalê bûn û gelek karsat û tawanên mirovî li wê deverê pêkanîn. Di 17 Kanonê de Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dest bi operasyona azadkirina Şingalê kirin û îro 21-12-2014`an Pêşmergeyan karîn bighên armanca xwe.
Derbarê egera beşdarîkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di azadkirina Mûsilê de ya ku ji 10 Hezêrana borî de di destê çekdarên DAIŞ`ê deye, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku, eger planeke li cem Hikûmeta Iraqê ji bo azadkirina Mûsilê hebê Pêşmerge amadane alîkariyê bikin“Lê piştî ku Pêşmerge lêkolînê liser wê planê bikin“.
Basnews
