Jinên çekdarên DAIŞ`ê xwe radestî Pêşmergeyan dikin
Piştî derbasbûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistnê bo nav bajarpokê Şingalê, 14 jinên çekdarên DAIŞ,ê xwe radestî Pêşmergeyan kir.
Li gor nûçeyeke radio ya Dengê Rûsya, 4 zarok jî ligel wan her 14 jinan bûn ku piraniya wan Erebûn û hilgirên regeznameya Iraqî bûn.
Di vê derbarê de, çalakvanê Êzdî Seîd Hemo gotiye:“ Mêrên wan jinan di operasyona rizgarkirina wan navçeyan de hatine kuştin. Pêşmerge jî bi rêz têkilî ligel wan jinan dike û qet bi cavên tolhildanê li wan nanire.“.
Roja 17 Kanonê Hêzên Pêşmerge yên Kuridstanê dest bi operasyona azadkirina Şingalê kirin, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî jî,ji ser Çiyayê Şingalê serkeftina Pêşmergayn û şikestina Çekdarên DAIŞ`ê ragihand.
Basnews
