Li çiyayeke Herêma Kurdistanê şêweyê rûyê mirov li ser şikêrekê hat dîtin
Li gor wan wêneyane ku ji aliyê mamostayê zankoya Kurdistanê yê xwedî doktorayê ye, ji BasNewsê re hatiye birêkirin û hindek zanyarî jî li ser birêkiriye de, dibêje ev wêneyane li ser bilindayiya çiyayê Biradost a li ser sînorê bajarokê Mêrgesorê ye û dikeve bakûrê parêzgeha Hewlêrê hatine girtin û li ser vî çiyayî di şikêrde (li ser kevir) rûyê mirov diyare û ew beşa ku rûyê mirov lê diyare li ser lûtkeya çiyayê Biradost ê Gorrezê ye.
Ji bo vergirtina zanyariyên zêdetir BasNewsê peyvendî bi hejmarek li zanayên cîhûwarên dîrokî yê Soran û Mêrgesorê çêkir, lê tenê hebûna diyardeyeke waha piştrast kirin û tu hurkariyek di vê derbarê de ne anîn ziman.
Ew beşa çiyayê Biradostê ya ku rûyê mirov têde diyare, zincîre çiyayên ku şikefta Şaneder têdeye bixwe ye. Lê hîn lêkolîn di vê derbarê de nehatiye kirin, gelo ev xwezayî ye, yan di qonaxeke dîrokê de ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin.
Basnews
