• Monday, 16 February 2026
logo

Balyozê Iraqê li Portugalê pîrozahî li Barzanî kir

Gulan Media December 21, 2014 Nûçe
Balyozê Iraqê li Portugalê pîrozahî li Barzanî kir
Balyozê Iraqê li Portugalê Husên Şingalî ji ber rizgarkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve, pîrozbahî li Barzanî kir.

Balyozê Iraqê li Portugalê Husên Şingalî, di nameyekê de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, behsa rizgarkirina devera Şingalê dike û dibêje, standina Şingalê bi mêrxasiya Pêşmerge û fermandehiya her demî ya Barzanî bûye.

Husên Şingalî, yek ji rayedarên berbiçav ên YNKê ye ku sala 1996an di kabîneya hikûmeta wê demê ya Herêma Kurdistanê de, ku ji aliyê PDKê ve hatibû avakirin, beşdar bibû. Şingalî paşê ji aliyê Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî ve bû balyozê Iraqê li Portugalê.

Nameya pîrozbahiyê ya Husên Şingalî:

“Ji Husên Şingalî bo birêz Serokê me yê hêja Kak Mesûd Barzanî!
Silaveke germ,
Ez ji ber azadkirina Şingalê, bi dilekî germ pîrozbahiya we dikim. Rizgarkirina çiya, bajar û devera Şingalê di encama xwefedakirin û berxwedana mêrxasane ya hêzên Pêşmerge û serokatiya her demî ya we ya hekîmane de pêk hat.
Her bijîn bi serfirazî!
Dilsozê we, Balyoz Husên Şingalî
21/12/2014”
Top